Garantorên Sûriyê li Soçiyê dicivin
PeyamaKurd - Sibê li Soçiya bajarê Rûsyayê li ser Sûriyeyê civîna garantoran a 10emîn wê were lidarxistin û heyetên Tirkiye, Rûsya û Îranê beriya civînê hevdîtinên teknîkî dikin. Rojeva hevdîtinan ji rewşa dawîn a li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê, vegera penaberan, berdana kesên girtî û xebatên komîteya makezagonî pêk tê.
Heyetên Tirkiye, Rûsya û Îranê beriya civîna garantoran a 10em li Soçiyê di Otela Radisson Blu Paradise Resortê da li ser mijarên teknîkî beşdarî hevdîtinên dualî û sêalî dibin.
Ji Neteweyên Yekbûyî û Urdunê heyet wek çavdêr beşdarî hevdîtinan dibin, Amerîkayê wek civîna Astanayê ya dawîn dîsa jî nûnerê xwe neşand.
Serokwezîrê Hikûmeta Berwext a Sûriyeyê yê berê Ahmet Tuma nûnerê heyeta mixalefeta eskerî ye, nûnerê rejimê jî Nûnerê Daîmî yê Neteweyên Yekbûyî Beşşar Ceferî ye.