TR KU SO
FB X
Cîhan

Gelê Îranê jî li dijî hikûmetê îsyan kir!

Admin V
Nivîskar
📅 01 tebax 2018 14:37

PeyamaKurd- Li Îranê qeyrana aborî rû daye û pereyên Îranê li hember dolarên Amerîkayê zêde bê qîmet bûye. Êdî li hember van geşedanan gelê Îranê hew îdare kir û derkete sikakan. Li herêma Isfahanê li bajarê Kereçê gel ji bo ku bihabûna dovîzan û feqiriyê, dest bi protestoyan kir.

Ji ber dorpêça Amerîkayê û tewrên hikûmeta Îranê li Eyaleta Elburzê li bajarê Kereçê gel pirsgirêkên aboriyê protesto kirin.

Gelê herêmê derketine sikakan, lastîk şewitandin û li dijî rejîma Îranê slogan avêtin. Li hinek cihan polîsan mudaxeleyî protestoyan kir û hinek çalakvan binçav kirin. Heta niha protesto dewam dikin.

Parve bike: