TR KU SO
FB X
Cîhan

Gelek dewlet dixwazin F-35an bikirin

Admin M
Nivîskar
📅 12 hezîran 2019 00:36

PeyamaKurd- Li gor nûçeyên ku dikevin ser çapemeniya dinyayê ji her çend rojan carekî dewletekî beyan dike ku dixwaze ji Amerîkayê balafirên şer yên F-35 ku nesla nûne bikirin. Vê carê dewleta Polonyayê ji Amerîkayê dixwaze 32 balafirên F-35 bikire.

Serokê dewleta Polonyayê Andrzej Duda dê di 12 ê hezîranê de li Qesra Sipî bi serokê Amerîkayê re bi Trump re bicive û ji niha de ragihand ku ew amadene 32 balafirên nesla nû yên şer yên F-35 bikirin. Wezîrê bergiriyê yê Polonyayê Mariusz Blaszczak li Florîda ya Amerîkayê li baregeha hewayî ya bi navê Eglinê geriya û ragihand ku wan ji gulana çûyî de daxwaza kirîna ya F-35an bo Amerîkayê ragihandine û pêdiviya wan bi wan heye.

Polonya ji zûde dixwaze jimara leşkerên ku di çarçoveya NATO de li Polonyayê dimînin jimara wan bê zêdekirin. Hem Polonya daxwaza avakirina baregeha leşkerî ji aliyê Amerîka de bo Polonyayê kiribû. Maliyeta baregehê dê 2 mîlyar dolar be û serokê Polonyayê amade ye ku mesrefa baregehê bide û navê “Hîsara Trump” li baregehê deyne.

Parve bike: