Gelheya Stenbolê ji ya 131 welatan zêdetir bû
PeyamaKurd - Gelheya Stenbolê gihîşte 15 milyon û 67 hezar û 724 kesî û ji gelheya 131 welatan zêdetir bû. Gelheya Stenbolê di nava 5 salan da 907 hezar û 257 kes zêde bû ku ji sedî 18,4ê Tirkiyê ye.
Li gor daneyên Saziya Îstatîstikan a Tirkiyeyê (TUIK) û Fona Gelheya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) di sala 2018an da gelheya Tirkiyeyê gihîşte 82 milyon û 3 hezar û 882 kesî. Ji sedî 18,4ê vê gelheyê ji ya Stenbolê pêk tê.
Gelheya Stenbolê di nava 5 salan da 907 hezar û 257 kes zêde bû. Di vê demê da gelheya Stenbolê ji sedî 6,4 zêde bû û gihîşte15 milyon û 67 hezar û 724 kesî. Bi vê gelheya xwe va Stenbolê gelheya 131 welatan li dû xwe hîşt.
Gelheya Belçîkayê 11,5 milyon, gelheya Yewnanîstanê 11,1 milyon, ya Avusturyayê 8,8 milyon, ya Swîsreyê 8,5 milyon û ya Bulgaristanê 7 milyon e ku gelheya Stenbolê ji van hemû welatan zêdetir e.