Geşta termê Xaminey li Iraqê bidawî dibe: Dibin Necefê
PeyamaKurd - Termê Rêberê berê yê Îranê Elî Xaminey ku merasîma wî li Tehranê bi beşdariya nûner û serokên dewletan hatibû lidarxistin, sibe dibin bajarê Qumê û li wir jî merasîmek tê lidarxistin.
Biryar e roja çarşemê jî termê wî bibin Mezarê Îmam Elî yê li Necefê û Mezarê Îmam Husên ê li Kerbelayê ku li Iraqê ne.
Piştî van merasîman termê Xaminhey dê di 9ê Tîrmehê de vegere Îranê û li bajarê Meşhedê were veşartin.
Şêwirmendê Rêberê nû yê Îranê Mucteba Xaminey, Mihemed Muxbir, peyameke tolhildanê da û ragihand ku kujerên Xaminey ango Amerîka û Îsraîl dê bi awayekî xwezayî nemirin û ew nikarin bifikirin ku kujerên vî welatî bi rehetî li ser rûyê erdê bigerin.
Hêjayî gotinê ye, ji bo beşdarbûna merasîmên olî û serdanên li Iraqê, şandeyeke payebilind a Îranê ku Serokkomar Mesûd Pezeşkîyan, Wezîrê Karên Derve Ebas Eraqçî, Serokê Parlamentoyê Mihemed Baqir Qalîbaf û kurê mezin ê Xaminey, Mistefa Xaminey tê de cih digirin, dê serdana bajarê Necefê bikin.
Balyozê Îranê yê li Bexdayê Mihemed Kazim Al-î Sadiq û ajansa Mehrê piştrast kir ku ev şande dê tevlî merasîmên xatirxwestina Xaminey û çar endamên malbata wî bibin.