TR KU SO
FB X
Cîhan

Girtiyekî ku bi tohmeta sîxurtiya Îmaratan hatibû girtin li Stenbolê xwe kust

📅 29 nîsan 2019 15:42

PeyamaKurd  - Girtiyekî ku bi tohmeta sîxurtiya Îmaratên Erebî kiriye ji aliyê îstîxbarata Tirkiyê (MIT) ve hatibû girtin li Girtîgeha Silivriyê ya Stenbolê xwe kuşt.

Serdozgeriya Komariya Stenbolê ragihand ku girtiye bi navê Zaki Y. M. Hasan duh saet 10.22yan li odeya ku bi tenê lê dima, xwe bi deriyê odeyê ve daleqandiye û bi vî awayî dawî li jiyana xwe aniye.

Girtiye ku li Girtîgeha Silivriyê dawî li jiyana xwe aniyê bi tawana ‘sîxurtiya siyasî û leşkerî’ û ‘sîxurtiya navdewletî’ hatibû desteserkirin û girtin.

Ajansa Reutersê ku xwe dispêrê rayedarekî payebilind, di nûçeya xwe de dibêje, yek ji wan kesên girtî di çarçoveya kuştinaCemal Kaşixçî de lêpirsîna wî dihat kirin.

Parve bike: