Gotûbêjên rû bi rû di navbera DYA û Îranê de pêk hatin
PeyamaKurd - Qesra Spî ragihand ku şandeyên DYA û Îranê li Îslamabadê, paytexta Pakistanê, dest bi hevdîtinên rû bi rû û rasterast kirine.
Daxuyaniyek ji aliyê Qesra Spî ve ji çapemeniyê re hat weşandin û got, "Li gorî rayedarekî payebilind ê Qesra Spî, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Pakistan û Îran îro civînek sêalî ya rû bi rû li dar dixin."
Daxuyaniyê destnîşan kir ku di nav şandeya DYA de Cîgirê Serok JD Vance, û herwiha zavayê Serok Donald Trump Jared Kushner, Nûnerê Taybet ê Trump ji bo Rojhilata Navîn Steve Witkoff, şêwirmendê ewlehiya neteweyî yê Vance Andy Baker, şêwirmendê taybet ê karûbarên Asyayî Michael Vance û gelek pispor hene.
Raportên di çapemeniya DYA de diyar kirin ku hevdîtinên bi navbeynkariya Pakistanê, têkiliya rû bi rû ya asta herî bilind a di navbera DYA û Îranê de ji Şoreşa Îslamî ya Îranê ya 1979an vir ve bûn.
Seroktiya şandeya DYAyê ji aliyê Cîgirê Serok Vance ve û serokatiya şandeya Îranê jî ji aliyê Serokê Parlamentoyê Mohammad Bagher Qalibaf ve tê kirin.
Di danûstandinan de, ku bi navê Danûstandinên Îslamabadê hatine binavkirin, şandeya Îranî ji aliyê Serokê Parlamentoyê Mihemed Baxêr Qalibaf ve tê birêvebirin.
Di nav şandeya Îranî de Wezîrê Derve Abbas Araqçî, Sekreterê Giştî yê Konseya Parastinê Elî Ekber Ehmediyan û Serokê Banka Navendî Ebdulnasir Hemmetî û şandeyeke mezin hene.
Seroktiya aliyê Amerîkî ji aliyê Cîgirê Serok Vance ve tê kirin. Di nav şandeya Amerîkî de zavayê Trump Kushner û Nûnerê Taybet ê Trump ê ji bo Rojhilata Navîn Witkoff jî hene.
Ji aliyê Pakistanî ve, wekî navbeynkar, Serokwezîr Şehbaz Şerîf, Wezîrê Derve Eshaq Dar û Serfermandarê Artêşê General Asim Munir beşdarî danûstandinan dibin.
Berî danûstandinan, herdu şandeyên Îranî û Amerîkî bi Serokwezîrê Pakistanî Şerîf re hevdîtinên cuda kirin.