Cîhan
Greekcitytimes: “Ceribandina S-400 an ya roja înê biserneket”
PeyamaKurd – Li gor ragihandina malpera leşkerî ya Rûsyayê Greekcitytimes ê Tirkiye roja înê S-400 ên ku ji Rûsyayê kirîbû ceribandiye lê ceribandina wan biser neketiye. Malpera bi navê Avia jî ragihandiye ku bi sedema pisporên Rûsyayê redkirine ku ceribandinê bikin biserneketine.
Dîmenên vîdeoyî yên ku ji aliyê rêvebiriya Tirkiyê de jî hatine belavkirin, nîşan didin ku fuze hema ketine ciyê ber wan. Pisporên heman malperê dibêjin ku dîmen tinene ku nîşan bidin da fuze li hedefê ketine û teqiyane.
Rêvebiriya Ankara heya niha ti tiştekî negotiye lê ger hedefa fuzeyê hatibe aşkerakirin jî fuze li pey xwe qet nîşaneyekî nahiştiye.