Grûba serxwebûnxwaz êrîs kir: 8 kustî
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li welatê Endonezyayê li eyaleta Papûayê grûba serxwebûnxwaz êrîşê ser grûbekî karkeran kir û di encamê de 8 karkeran kuşt.
Ragihandina bûyerê ji aliyê berdevkê artêşa Papûayê albay Aqşa Erlanga de hat kirin. Li gor ragihandina berdevkê artêşê; li devera Pûncakê li gundê Beogayê êrîşê birine ser karkerên ku tamîra barûya telekomunîkasyonê dikirin.
Di êrîşê de 8 teknîsyen hatine kuştin û kesekî reviyaye û xwe rizgar kiriye. Cenazên her 8 kesan bi helîkopteran birine nexweşxaneyan.
Li gor ragihandina berdevkê artêşê Erlanga, ew di wê baweriyê de ne ku qewimandin ji aliyê Artêşa Rizgariya Papûayê de hatiye kirin.
Li heman navçeyê li gundê Danmbetê grûbekî çekdarên bi 15 kesî êrîş biriye ser qereqolê û leşkerekî birîndar kirine. Lê ev du sale ku heman rêxistin, heya niha di şerên du salan de tenê 30 leşkeran kuştiye. Berdevkê artêşê jî misoger bawer nîne ku kê êrîş kiriye.
Grûba serxwebûnxwaz li eyaletê serxwebûnê dixwaze. Eyalet heya sala 1963 an di bin kontrola Hollandayê de bû û di sala 1969 an de li eyaletê referandûm çêbû. Endonezya axa Papûayê xist ser axa xwe. Niha Endonezya dibêje ku Papûa axa Endonezyayê ye lê grûba rizgarîxwaz vê fikrê qebûl nake û serxwebûna axa xwe dixwaze.
Grûba rizgarîxwaz di mijara êrîşâ îro de heya niha ti daxwuyanî nedaye.