TR KU SO
FB X
Cîhan

Grubek ji Artêsa Azad ya Suriyê derbazê Artêsa rejimê bu

PeyamaKurd
Edîtor
📅 13 sibat 2019 18:17

Peyamakurd- Grubekî kevnar ku di nav Artêşa Azad ya Suriyê de bu, derbazê nav refên Artêşa Suriyê bu. Tê gotin, ku ev gruba hanê li herêma Deraa ligel Komîteya Lihevkirina Herêmî têkilî daniye û piştî lihevkirinê derbazê nav Artêşa Suriyê bune.

Di vê mijarê de, parêzgerê bajarê Deraa bi riya raporekî da zanîn, ku ji bajarokê Înkhîlê ji 300 neferên opozîsyonê ketine nav refên Artêşa Suriyê û nuha di bin kumandariya wan de tevdigerin.

Kanalekî ragihandinê ser bi rejîma Suriyê bi kûrtevidyoyek di tora civaki de belav kir, ku çawa neferên Opozisyonê dest bi ’xizmetê’ dikin û çawa dikevin rê ber bi baregeha artêşa rejîmê.

Parve bike: