TR KU SO
FB X
Cîhan

Grûbekî çekdar 14 polîsan revand

Admin M
Nivîskar
📅 29 hezîran 2023 02:49

PeyamaKurd – Li welatê Meksîkayê li eyaleta Chiapasê grûbekî çekdar 14 polîsên ku di otobusê de rêwîtî dikirin revand. Di otobusê de bi temamî 23 polîs hebûne û 9 ji wan jin bûne. Grûba çekdar polîsên jin serbest berdan. Wezareta ewlehiyê û parastina hemwelatiyan yê eyaleta Chiapasê ragihand ku ji bo polîsên revandî rizgar bikin, bi hêzên federal re bi hevkarî dest bi operasyonê kirine.

Grûba polîsan revandiye, di ser medya civakî de dîmenên polîsên revandî belav kirine, li gor dîmenan rewşa wan başe û ji bo wan serbest berdin, xwestine ku di asta bilind de rêvebirên emniyetê yên ku bi rêxistinên mafyayê re hevkariyê dikin, divê îstîfa xwe bidin.

Serdozgeriya eyaleta Chiapasê ragihandiye ku ji bo dîmenên hatine belavkirin, ji bo rastiya wan tesbît bike hê jî lêkolîna wan dewam dike û kesên polîsan revandinê wê cezayê wan bibin wan.

Parve bike: