Cîhan
Guardianê raporteteke nepen wesand: ‘Heye ku vîrûs salekê dewam bike û 80 ji sedê Brîtanyayê enfekte bibe’
PeyamaKurd – Di raporteke nepen a ku rojnameya îngilîzî Guardinê bidest xistiye de hatiye gotin, dibe ku vîrûs salekê dewam bike û 80 ji sedê Brîtanyayê enfekte bibe.
Rojnameya îngîlîzî ya bi navê The Guardianê, raporteke Yekeya Tendirûstiya Gel a Îngîlîzî ya girêdayî Wezareta Saxlemiya Brîtanyayê (PHE) weşand.
Di raportê de hatiye destnîşan kirin ku Brîtanya li gorî welatên din ên Ewropayê li hember pandemiya Covid-19ê (vîrusa koronaya nû) bergiriyên cidî wernagire û lewma jî metirsî heye ku ji 5 kesan 4 enfekte bibin.
Heman raporta PHEyê balê dikşîne ser berbalvbûna nexweşiyê û diyar dike ku Covid-19 wê heya bihara 2021ê berdewam bike.
Li gorî raportê di maweyê salekê de wê 7 milyon û 900 hezar kes li nexweşxaneyan bêne razandin.