TR KU SO
FB X
Cîhan

Guman li ser rexneyên Heşda Şeibî yên li dijî Sûdanî têne kirin

Admin İ
Edîtor
📅 04 nîsan 2026 14:10

PeyamaKurd - Li gorî nûçeya BasNewsê, malper û rûpelên medyaya civakî yên bi ser milîsên Heşda Şeibî ve dest bi weşandina rexneyên tund li dijî Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî kirine.

Milîs, Sûdanî tawanbar dikin ku di demekê de hêzên wan ji aliyê Amerîkayê ve dibin armanc û tên kuştin, ew bi lidarxistina şahiyan ji bo vegera tîma neteweyî ya futbolê ya Iraqê mijûl dibe û guh nade "şehîdên" wan.

Ev êrîşên medyayî di nav derdorên siyasî de gumanên mezin çêkirine ka gelo ev hêrsbûneke rastîn e yan jî senaryoyeke siyasî ye.

Çavdêrên siyasî balê dikşînin ser wê yekê ku çêdibe ku ev "senaryo" ji bo xapandina Amerîka û civaka navdewletî hatibe amadekirin, da ku wisa xuya bike ku têkiliya Sûdanî û milîsan têk çûye.

Armanc ji vê yekê jî rakirina vetoya Washingtonê ya li ser Sûdanî ye, da ku rê ji bo berbijêriya wî ya dema nû were vekirin.

Tevî van rexneyan jî, Sûdanî wekî Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar dimîne û milîsên Heşda Şeibî mûçe, çek û cebilxaneyên xwe rasterast ji budçeya hikûmeta federal a Iraqê werdigirin.

Li gorî zanyariyan, Amerîkayê nerazîbûna xwe li ser her du berbijêrên Çarçoveya Hevahengiyê, anku Sûdanî û Malîkî, nîşan daye. Ji ber vê yekê, tê pêşbînîkirin ku di dema pêş de nakokiyên bi vî rengî yên "çêkirî" di navbera hikûmetê û milîsan de zêdetir bibin da ku pozîsyona siyasî ya Sûdanî li qada navdewletî were xurtkirin.

Parve bike: