Cîhan
Gundiyên Kolombiyayê 79 polîsan dîl girtin
PeyamaKurd – Li başûrê Kolombiyayê li herêma rêvebiriya Cakuetayê di bûyerên ku derketin de, gundiyan 79 polîsan bi zorê girt. Li navça San Vicente del Caguan li gundewarê Los Pozosê gundiyan xebatên şîrketekî petrolê protesto kirin û di nav wan û hêzên ewlehiyê de pevçûn derket.
Di bûyeran de heya niha polîsekî û sîvîlekî can dan û 79 polîs bi 9 xebatkarên şîrketê re, bi zorê gundiyan wan xist destê xwe. Tê gotin ku bûyer bi desteserkirina 9 xebatkarên şîrketê destpêkiriye û di dema desteserkirina wan de 79 polîs jî hatin desteserkirin.
Serokkomarê Kolombiyayê Gustavo Petro ji bo çapemeniyê ragihand ku divê yekser ew polîs bên berdan.