TR KU SO
FB X
Cîhan

Guterres bang li Îsraîl û Hizbullahê kir ku ser rawestînin

Admin L
Nivîskar
📅 26 tebax 2024 12:34

PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres diyar kir ku ew ji ber zêdebûna rageşiya di navbera Îsraîl û Hîzbullahê de "bi fikar in" û bang li her du aliyan kir ku "dijminatiyê rawestînin".

Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Stephane Stephane Dujarric pirsên rojnamevanan bersivand.

Dujarric diyar kir ku Guterres ji ber zêdebûna rageşiya di navbera Îsraîl û Hîzbullahê de bi fikar e û diyar kir ku Sekreterê Giştî bang li her du aliyan kir ku di zûtirîn demê de dev ji dijminahiyê berdin.

Dujarric got, "Ev kiryara hem gelê Lubnanî û hem jî gelê Îsraîlî dixe metirsiyê û ewlekarî û aramiya herêmê dixe metirsiyê."

 
Parve bike: