Cîhan
Guterres: Em ê bi qasî 40 milyon dolar alîkarî bisînin Ukraynayê
PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres da zanîn û got, em ê alîkariyên nû bişînin Ukraynayê.
Guterres eşkere kir, alîkariyên nû bi qasî 40 milyon dolar in û ew ê pê pêdiviyên sereke yên xwarin, vexwarin û derman werin dayîn.
Herwiha destnîşan kir, koma şerê li Ukrayna ji bo temamê mirovahiyê gef e. Ji ber şerê Rûsya û Ukrayna, ji nû ve rojeva şerê navokî çêbûye.
Herî dawî Guterres banga rawestandina şer kir û got, divê li gor peymanên NYê danûstadinên cidî çêbibin.