TR KU SO
FB X
Cîhan

Guterres: Komîteya destûrê pêk hat, yekem civîn li Cenevê ye

Admin H
Nivîskar
📅 23 îlon 2019 22:01

PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, ragihand ku komîteya destûra nû ya Sûriyê hatiye pêkanîn û wê ew komîte hefteyên pêş li Cenevê bicive.

Guterres, li Navenda Giştî ya NY li New Yorkê got ku li ser komîteya destûrê bi opozîsyonê û rejîmê re, lihevkirin çêbûye û ragihand, wê li hefteyên dahatû komîte li Cenevê yekem civîna xwe saz bike.

Guterres, herwiha bal kişand ser ku bi pêkanîna komîteya destûrê re pêwîstî bi avêtina gavên berbiçav heye û spasiya welatên ku alîkarî dane pêvajoya pêkanîna komîteya destûrê kir.

Parve bike: