Hakan Fidan li Bakuyê bi Îlham Aliyev re hevdîtinekî kir
PeyamaKurd – Serokê Azerbeycanê İlham Aliyev li Bakuyê, wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan qebûl kir. Di hevdîtina her dû terefan de li ser mijarên wekî enerjiyê, lojîstîk û hevkariya herêmî kirin.
Serokkomariya Azerbeycanê li ser mijarê daxwuyanî da û got; bi seredana fermî wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan gihaye Bakuyê û ji aliyê serokkomarê Azerbeycanê İlham Aliyev de hatiye qebûlkirin.
Di hevdîtinê de behsa girîngiya hevkariya stratejik ya heyî kirin, li ser guzergahên çavkaniyên enerjiyê dê çawa bigihînin bazara navdewletî, dê guzergahên wan çi bin û çi derfetên wan hene rave kirin.
Her dû teref behsa rola Azerbeycanê û Tirkiyê kirin ku çawa weka pirekî di navbera Asya û Ewrûpa de rola korîdorê girtine ser xwe kirin û biryara lêkolîna destnîşankirina rêxistin û platformên navdewletî kirin ku vekolin.
Di hevdîtinê de her weha behsa dahatûya pêwendiyên her dû dewletan û pêşdeçûnên li herêmê kirin.