TR KU SO
FB X
Cîhan

Hakan Fîdan: Li Iraq û Sûriyê wê ti hêzeke çekdar nemîne

Admin H
Nivîskar
📅 20 îlon 2026 11:34

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan di bernameyeke televîzyonî de behsa pêvajoya nû ya çareseriyê û serdana xwe ya dawî ya bo Diyarbekirê kir.

Fîdan got ku pêngavên aştiyê li herêmê bi coşeke mezin hatine pêşwazîkirin û ev prose ne tenê ji bo Tirkiyeyê, lê ji bo kurdên li Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê jî dê aramî û xweşguzeraniyê pêk bîne.

Her wiha anî ziman ku mezintirîn şoreşa wan a siyasî ew bûye ku dawî li siyaseta înkarkirina nasnameyê anîne.

Li ser mijara çekdanînê Fîdan rexne li PKKê girt û ragihand ku tevî di Gulana 2025an de ragihandibûn ku xwe hilweşandine, lê heta niha di warê pratîkî de ti gava çekdanînê nehatiye avêtin.

Fîdan hişyarî da ku ji bilî siyasetê tu rêyeke din nîne û diyar kir ku hem li Iraqê û hem jî li Sûriyeyê êdî destûr nayê dayîn tu hêzeke çekdar li derveyî artêşa fermî hebe.

Parve bike: