TR KU SO
FB X
Cîhan

Hakan Fîdan û Serokê Hemasê Îsmaîl Xeniye civiyan

Admin H
Nivîskar
📅 21 rêbendan 2024 13:53

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan, bi Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Xeniye re rûbirû hevdîtin kir.

Hate ragihandin ku li demeke şerê Îsraîl-Hemasê li Xezzeyê dewam dike, Fîdan li Enqereyê pêşwazî li Xeniye kiriye û pê re civiyaye.

Ajansa Anadol a fermî ya Tirkiyê bi zarê çavkaniyên dîplomatîk nûçeya hevdîtina Hakan Fîdan û Îsmaîl Xeniye belav kir û ragihand, di wê hevdîtinê de mijarên agirbesta Xezzeyê, zêdekirina alîkariyên mirovî, berdana dîlan û çareseriya du dewletî hatine axaftin.

Parve bike: