TR KU SO
FB X
Cîhan

Hamas 12 dîlgirtiyên din serbest berda

Sıdık Eren
Nivîskar
📅 27 mijdar 2023 19:00

PeyamaKurd - Hamas di çarçoveya peymana agirbestê ya di navbera Hamas - Israîlê de, di roja çar emîn de 12 dîlgirtiyên Îsraîlî yên din serbest berda. 

Hamasê dîmenên ku dîlgirtiyan serbest berdane jî li ser telegramê parvekir û hat ragihandin ku grûba 3 emin a dîlgirtiyan jî serbest hatine berdan. 

Hêzên parastinê yên Îsraîlê (IDF) jî şeva borî daxuyandibû ku 12 dîlgirtiyên di destê Hamasê de serbest hatine berdan û piştî ku kontrolên wan yên tenduristî bên kirin, dê teslîmî malbatên wan bikin. 

 

Parve bike: