TR KU SO
FB X
Cîhan

Hamas: Bi navbeynkarîya Misirê li Xezeyê agirbest hat ragihandin

📅 26 adar 2019 14:26

PeyamaKurd - Hamasê ragihand ku bi navbeynkarîya Misirê, di navbera wan û Îsraîlê da agirbest hatiye ragihandin.

Duh roja duşemê, roketeke ji Xezeê hatibû avêtin li nêzî Telavîvê ketibû û hejmareke kes birîndar bûbûn. Îsraîlê ber bi êvarê êrîşê esmanî bir ser navendên Hamasê û wê rêxistinê jî bersîv da êrîşên. Êrîş li gorî dema herêmî 22:00yan da bi dawî bûn.

Berdevkê Hamasê Fevzî Berhum dîyar kir ku ‘’bi hewildanên Misirê di navbera dagirkerî û berxwedanê da agirbest hatîye ragihandin’’

Ji alîyê in ve, Îsraîlê ser agirbestê hîn tu daxuyanî nedane.

Parve bike: