TR KU SO
FB X
Cîhan

Hamas bi vîdeoyê bersiva Îsraîlê da: Em terka axa xwe nakin

Admin M
Nivîskar
📅 15 cotmeh 2023 03:30

PeyamaKurd – Serokê Buroya Siyasî ya Hamasê Îsmaîl Heniyye di rêya vîdeoyê de li hemberê fermana Îsraîlê ya ku Xezzayê terkbikin derket û got:

“Xelkê Xezzayê koka xwe berdaye axa Xezzayê. Bi axa xwe ve girêdayiye. Wê terka axa xwe neke û koç neke. Wê koç nekin Misrê. Ez ji bo birayên xwe yên Misrê weha dibêjim: Birayara me ew e em li ser axa xwe bimînin. Wê ji Xezzayê bo Misrê koç nebe.

Hamas zarok û extiyaran nekiriye hedefa xwe. Bila li Xezzayê çalakiyên destekê zêdetir bikin. Heya dewleta me ava bibe, heya esîr û muqedesatên me azad bibin, heya xelkê me yê ji ser axa xwe derketiye dagerin ser axa xwe, wê têkoşîna me dewam bike.”

Parve bike: