Cîhan
HAMASê diyar kir ku bi Îsraîlê re li hev hatine!
PeyamaKurd- Piştî şerê demeke dirêj yê di navbera HAMAS û Îsraîlê de, ji aliyê HAMASê daxuyaniyeke girîng hat. Li gorî daxuyaniyê, HAMAS û Îsraîl li hev hatin.
Endamê buroya siyasî yê HAMASê Xelîl Hayye di derbarê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: Berxwedana me ya li dijî dijminan rewşa xirab guherand û bi ser ket. Piştî vê re jî, hinek navcînçî ketin navberê û hinek têkilî hatin dayîn. Di encama têkiliyan de me biryar stand ku em vegerine peymana agirbestê ya Xazzê. Ji bo vê yekê Hêzên Berxwedana Filistînê û hêzên dagirker ev peyman qebûl kirin.
Di derbarê hûrgiliyên peymanê de her du aliyan jî daxuyanî nedan. Piştî peymanê niha li Îsraîl û Xazzê dengê êrîş û bombeyan qut bûye.