TR KU SO
FB X
Cîhan

Hasdî Sabî nekeve kontrola hukumetê wê arîse dewam bikin

Admin M
Nivîskar
📅 28 hezîran 2020 02:32

PeyamaKurd- Balyozê Brîtanyayê yê Bexdayê Stephen Hickey di ser hesabê xwe yê Twitterê de behsa grûbên mîlîs yên li Iraqê kir û got:

“Grûbên çekdar yên li Iraqê heya nekevin kontrola hukumeta Bexdayê, li Iraqê wê arîşeya ewlekariyê û krîza aborî dewam bike.”

Hicker got ku grûbên çekdar li gor hesabên xwe tevdigerin û ew bo xwe qaîdeyan datînin. Heya nekevin kontrola hukumetê, dê li Iraqê îstîqrarê asteng bikin. Hem ew serberdayina wan mîlîsan, li ber çareserkirina krîza aborî astenge.

Herkes dizane ku grûbên mîlîs yê di bin sîwana Haşdî Şabî de ne, ji aliyê Îranê de tên destekkirin.

Parve bike: