HDP bersiva Erdogan da
PeyamaKurd- Serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan îro di kongreya jinên partiya xwe de axaftinekî kir û di axaftina qesda HDPê kir û got ku yên bûne sedem ku HDP ketiye meclisê, dê hesab bidin. Erdoğan weha got:
“ Yên ku terorîstan paqij nîşan didin, wê ji pençeyên dewletê qet rizgar nebin. Yên ku destekê dane wan da bikevin parlementoyê, dê hesabê vêya bidin. Pişta xwe bidin kî bila bidin. Zarokên ku hêj bêhna şîr ji devê wan tê, em ê ji wan, hesabê komkujiyan bipirsin.”
Li ser van gotinên Erdoğan ji HDPê, ji hevserokan Perwîn Buldan û Sezai Temelli bi nivîskî bersiv hat dayîn. Peyama nivîskî wehaye:
“Serokkomar car din got dê kesên ku destekê dane wan da bikevin parlementoyê wê hesab bidin. Bi vê gotina xwe bi mîlyonan hilbijêrên HDPê tehdîd kir. Van gotinên Erdoğan, siyaseten û hûqûqen nayên qebûlkirin. 6 mîlyon hilbijêrên HDPê hene û bi malbatên xwe ve 20 mîlyonin. Erdoğan me hemûyan tehdîd dike û ti eleqa vêya bi siyaseta demokratîk û çandê ve tine ye.”
Di ragihandinê de behsa qezenckirina 67 parlementeran tê kirin û ev reqem dike ku AKP –MHP nikaribe makezagonê biguhêre. Hem wê HDP di gelek bajar û navçeyan de hilbijartinên şaredariyan jî qezenc bike.