HDP: Em venakisin, emê têkosîna demokrasiyê bidomînin
PeyamaKurd – Berdevkê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê parlamenê Saruhan Oluç, li ser nîqaşê vekişîna ji parlamentoyê ragihand, ew dê tekoşîna xwe ya demokrasiyê berdewam bikin û ji parlementoyê jî venakişin.
Oluç li ser nîqaşên vekişîna ji parlamentoya Tirkiyê herwiha diyar kir, wê vekişîn derfetê bide dewleta Tirkiyê ku siyaseta xwe bisepîne.
Oluç bi daxûyaniyekê ragihand ku ew dê li her platformeke li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê cihê xwe bigirin û tekoşîna xwe ya demokrasiyê berdewam bikin.
Saruhan Oluç wiha axivî: “Qeyum bernameyek e ku dixwazin HDPê ji civakê qut bikin û dengên kurdan ji HDPê bistînin. Hikûmeta Tirkiyê, bi danîna van qeyuman dibêje hûn nûnerên xwe hilbijerin jî, emê dîsa qeyuman tayîn bikin. Hikûmeta Tirkiyê dijminatiya kurdan ji bo xwe kiriye bername, 36 serokên şaredariyên me hatine desteserkirin û ji wan 24 şaredar jî hatine girtin. Di raya giştî de, rexne li HDPê tê girtin ku di Parlementoyê de dimîn e û ev yek derfetê ji dewletê re vedike ku siyaseta xwe bisepîne.”