HDP ji Edirneyê dest bi xebata xwe kir
PeyamaKurd- HDP ji bajarê Edirneyê dest bi xebata xwe ya hilbijartina serokkomartiyê kir.Serokê HDP ê yê berê Selahattin Demirtaş hêjî di zindana bajarê Edirneyê de girtiye lewra weka remza destpêka hilbijartinê hat qebûlkirin.
Hevseroka HDPê Pervin Buldan ragihand ku girtina Selahattin Demirtaş şerme û ev nîşan dide ku dadweriya Tirkiyê di bin destê desthilatdariya Tirkiyê de ye. Buldan got eger Selahattin Demirtaş bernedin wê bi wêne, gotin, video û axaftinên wî, li her derê Tirkiyê bigerin.
Komek endamên HDPê bo hevdîtina namzedê serokkomariyê Selahattin Demirtaş hat ber zindana Edirneyê û bi sedema ku îzna ziyareta wî nebû li ber zîndanê peyamek ji aliyê hevseroka partiyê Pervin Buldan ve hat dayîn û xebata xwe ya hilbijartinê dan destêkirin.