Cîhan
HDPê bersiv da Soylu: Li dijî hiqûq û darazê…
PeyamaKurd - Hevserokê HDPê Sezaî Temellî li ser gefên Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu ku li ser meşa wan a Stenbolê gotibû, “Yê ku we bide meşandin ne mêr e” axivî.
Temellî di beranmeya televizyona Arti TVyê de li ser gotinên Soylu û destûrnedana çalakiya wan got, “Soylu li dijî hiqûq û darazê şer daye destpêkirin.”
Hevserokê HDPê diyar kir ku erka wezîrên dewletê, deshilatdarî û rêveberiyê parastina hiqûqê ye û got, “Lê belê em rûbirûyî rewşeke gelekî xeterî ne. Rêveberiyê bixwe li dijî hiqûqê şer daye destpêkirin. Daraz bi fermanan tê birêvebirin. Her diçe vî welatî dixin rewşeke xirabtir.”