TR KU SO
FB X
Cîhan

HDPê li 30 navendan 60 berbijêrên saredariyan destnîsan kir

Admin S
Nivîskar
📅 01 rêbendan 2019 14:32

PeyamaKurd – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di encama rapirsiya gel de, li 30 navendan 60 hevserokên ku bibin berbijêrên hilbijartinên şaredariyan destnîşan kir.

Navenda Giştî ya HDPê bi daxuyaniyekê ragihand ku li 30 navendan sindoq hatine danîn û ji nav 534 namzedên serlêdan kirine bêhtirî 10 hezar delegeyan hilbijartin kiriye.

HDPê ragihand ku di encama rapirsiyê de 60 berbijêrên seroktiya şaredariyan hatine diyarkirin û dê piştre jî ew navên hatine hilbijartin bo namzediyên şaredariyan ji aliyê navenda partiyê ve ji raya giştî re werin ragihandin.

Hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê 31ê Adara 2019an tên kirin.

Parve bike: