Hê jî 30 hezar endamên ISÎDê hene!
PeyamaKurd- Netewên Yekbûyî îdda kir ku tevî ku IŞÎD hatiye têkbirin jî, hê jî bi qasî 20-30 hezar endamên wê li Iraq û Sûriyê hene.
Di derbarê rêxistinên wekî IŞÎD û El-Qaîdê de Netewên Yekbûyî (NY) raporek amade kir û pêşkêşî Konseya Ewlehiyê ya Netewên Yekbûyî kir. Di raporê de agahiyên balkêş hene.
Li gorî raporê, gelek endamên IŞÎDê derbasî Afganîstanê bûn û niha li Afaganîstanê di navbera 3 hezar û 500 û 4 hezar û 500î de endamên IŞÎDê hene û her ku diçe hijmara wan zêdetir dibe.
Li Libyayê jî nêzîkî 3-4 hezar endamên IŞÎDê hene.
Li gorî raporê IŞÎD li Sûriyê hê jî hêzdar e û dikare êrîşên mezin jî bike. Li Iraqê jî komên IŞÎDê yên di xew de hene û carcaran ew jî êrîşan dikin.
El-Qaîde jî li Somalî, Yemen û Asyaya Başûr û herêma Sahelê bihêz e û ji bo ewlehiya navnetewî ji IŞÎDê bêhtir talûke ye. Li Yemenê bi qasî 250 û 500 endamê IŞÎDê hene û li vê derê hêza El-Qaîdê zêdetir e. Li vê derê nêzîkî 7 hezar endamên El-Qaîdê hene.