TR KU SO
FB X
Cîhan

Hegseth: Divê Iraq komên çekdar bê çek bike

Admin L
Nivîskar
📅 15 tîrmeh 2026 11:30

PeyamaKurd - Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth bang li hikûmeta Iraqê kir ku bi bêçekkirina komên çekdar ên ku ji aliyê Îranê ve tên piştgirîkirin, serweriya xwe îspat bike, di heman demê de hikûmeta Iraqê ji sedan êrîşên li dijî hêzên Amerîkî berpirsyar dibîne.

Wezîrê Şer Hegseth piştî hevdîtina bi Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî re li Pentagonê, bi rêya hesabê xwe yê fermî yê X axivî û got, "Komên milîs ên Iraqî yên ku ji aliyê Îranê ve tên piştgirîkirin ji zêdetirî 600 êrîşan li dijî hêzên Amerîkî berpirsiyar in."

Di derbarê hevkariya ewlehiyê de, Wezîrê Şer ê Amerîkayê destnîşan kir ku piştî vekişîna hêzên hevpeymaniya navneteweyî ya bi serokatiya Amerîkayê ji Iraqê di meha Îlonê de, hêzên ewlehiyê yên Iraqê û hêzên Pêşmerge wê şerê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê bikin.

Parve bike: