Cîhan
Hejmara kustiyên êrîsê zêde bû
PeyamaKurd - Dozgeriya Parîsê derbarê êrîşa bazara Noelê ya Strazburgê de daxuyaniyek weşand ku tê de got, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 5 kesan.
Li gor daxuyaniya dozgeriyê birîndarekî êrîşa roja Sêşemê 11ê Kanûnê yê hemwelatiyê Polonyayê jiyana xwe ji dest daye.
Hêjayî gotinê ye, êrîşkarê Strazburgê Şerîf Şakat (Cherif Chekatt) piştî êrîşê bi du rojan di encama operasyoneke 700 polîsên frensî beşdarî kiribûn de, hatibû kuştin.