TR KU SO
FB X
Cîhan

Hejmara kustiyên teqîna kîmyayî gihîst 64 kesan

Admin H
Nivîskar
📅 24 adar 2019 01:18

PeyamaKurd - Hejmara kuştiyên teqîna kargeheke kîmyayî ya li rojhilatê Çînê bû 64 kes.

Teqîna kargeha kîmyayî li bajarê Yancheng ê girêdayî eyaleta Jiangsu ya Çînê rû daye û heta niha 64 kesan di teqînê de can dane.

Herwiha hejmara birîndaran jî zêdetirî 600 kesan e ku rewşa 90 birîndaran jî xedar e.

Li herêma teqînê zêdetirî 90 xanî û 10 dibistan jî bûne kavil ku teqînê bandora erdhejê li herêmê kiriye.

Parve bike: