Cîhan
Hejmara Sûriyeyiyên li Tirkiyê deng bidin hat eskere kirin
PeyamaKurd - Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand ku dê di hilbijartinên herêmê yên 31ê Adara 2019an de, 53 hezar û 99 welatiyên Sûriyê bikarin deng bidin.
Soylu diyar kir ku wan ji 363 hezar û 555 welatiyên koçberên Sûriyê daxwaza nûjenkirina agahiyên nasname û navnîşanê kiriye, lê 64 hnezar 348 kesan agahiyên xwe nûjen kirine û mafê 53 hezar û 99 kesan ji wan ê dengdana di hilbijartinê de çêbûye.
Soylu herwiha ragihand ku hejmara welatiyên Sûriyê yên bûne hemwelatiyê Tirkiyê jî 53 hezar 99 kes in ku ew di hilbijartinê de dikarin deng bidin.