Hejmara tûsbûyan û miriyan zêde bû
PeyamaKurd - Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca îro 17ê Nîsanê piştî civîna ligel Desteya Zanistî ya Koronayê daxuyanî dan. Li gorî amarên hatine eşkere kirin, di 24 saetên dawî de 126 kesan can daye û 4 hezar û 353 kesên din jî bi vîrusê ketine.
Koca got ku ji berê zêdetir divê pabendî tedbîrên pêşîgirtina koronayê bibin û diyar kir, vîrusê ji kuçeyên negihînin nav mala xwe.
Wezîrê Tirk da zanîn ku piştî qedexeya derketina derve ya kesên temenê wan bi ser 65 salan de, hejmara tûşbûyên salmezinan kêmtir bûye.
Li ser hejmarên dawî jî Koca ragihand, "Nexweşên me yên baş dibin, wê li nêzîk bi ser 10 hezar kesan bikevin. Niha hevsengiyeke derbarê nexweşên razandî û yên bo malên xwe bên şandin çêbûye. Leza tûşbûyên vîrusê li gorî em hêvî dikin kêm dibe."
İyileşen hasta sayımız yakında 10.000'in üzerine çıkacak. Yatan hasta sayısı ile taburcu edilen hasta sayısı arasında denge oluşmuş durumda. Vaka sayısı artış hızı beklediğimiz şekilde azalıyor. İki gücümüz var: Tedbir, tedavi. Gücümüzü kullanalım.https://t.co/RVlhe7oIYm pic.twitter.com/JqPKqkeZL6
— Dr. Fahrettin Koca (@drfahrettinkoca) April 17, 2020