TR KU SO
FB X
Cîhan

Hejmara zarokên erdhejê yên nasnameya wan nediyar hat eskere kirin

Admin H
Nivîskar
📅 10 adar 2023 00:15

PeyamaKurd – Çarenivîsa zarokên ji felaketa erdhejên Mereşê rizgar bûne li raya giştî ya Tirkiyeyê bûye mijara nîqaşan ku herî dawî dîmenên zêdetirî hezar zarokên mexdûrên erdhejê li wargeheke cemaeta Menzîl a Semsûrê derket holê.

Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî ya Tirkiyeyê, dibêje ku zarokên erdhejê yên malbatên xwe ji dest dane di bin hîmayeya wan de ne û wan ew neşandine ti cihekî din.

Wezaretê li ser mijara zarokên winda li ser malpera xwe îro 9ê Adarê ragihand ku zarokên erdhejê yên nasnameyên wan nehatine diyarkirin 213 ne ku beriya niha wekî 79 zarokên nasname nediyar hatibû eşkere kirin.

Parve bike: