Hêlana Gîneya Nû ya Papûayê: 2 hezar kes wenda ne
PeyamaKurd - Li Gineya Nû ya Papuayê ji ber hêlanê 2 hezar kes wenda bûn. Tirsa mezin ev eger e ku hejmara miriyan bigihêje hezaran.
Rayedarê Navenda Karesatê ya Neteweyî ya Gîneya Nû ya Papûayê Lusete Laso Mana di daxuyaniya xwe ya nivîskî da diyar kir ku tirs ew e di karesatê de zêdeyî 2 hezar kes bi saxî bên definkirin.
Ji ber hejmara wendahiyan pir zêde ye, hejmarek rast nayê payîn. Ji ber kêmbûna alavan û lodên kevir û axê ku li hin deveran bilindiya wan digihîje 10 metreyan xebatên rizgarkirinê asteng dibin.
Heta niha tenê meytên 10 kesan hatine derxistin.
Serê sibeha Înê, quntara çiyayekî hilweşiya û ji ber şemitîna axê, gundekî qerebalix ê li parêzgeha Engayê binax bû.
Hat ragihandin ku ziyan li qadeke nêzî kîlometreyekê belav bûye.
Di daxuyaniya yekem a piştî karesatê de Neteweyên Yekbûyî (NY) hejmara kuştiyan 670 ragihand.
Beriya karesatê li herêmê nêzî 3 hezar û 800 kes dijiyan.
Di daxuyanîya ku ji aliyê Rayedarê Navenda Karesatê ya Manayê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku ziyanên malî mezin bûne û ev yek wê bandoreke mezin a nehênî li aboriya welat bike.
Serokwezîr James Marape ferman da ku hêzên parastinê yên welêt û tîmên hawarçûnê bişînin herêma karesatê ku bi qasî 600 km li bakurê rojavayê paytext Port Moresbyyê ye.