TR KU SO
FB X
Cîhan

Helîkoptera hêza navdewletî ket: 5 jê Amerîkî 7 lesker mirin

Admin H
Nivîskar
📅 13 mijdar 2020 00:40

PeyamaKurd – Li bajarê Sîna yê Misirê helîkoptereke leşkerî ket xwarê ku di encamê de 7 leşkerên biyanî mirin.

Hat ragihandin ku li devera Sîna ya Misirê helîkoptereke leşkerî ya hêzên çavdêriya aştiyê ya navdewletî ku leşkerên Amerîka, Fransî û Çekyayê tê de bûn ket û di encama ketinê de 7 kesên di helîkopterê de bûn mirin.

Rayedarên Misirê li ser ketina helîkopterê diyar kirin ku li gor zanyariyên destpêkê 5 Amerîkî û Fransî ligel leşkerekî ji welatê Çîkê di qezaya helîkopterê de mirine.

Herwiha sedema ketina helîkopterê jî wekî wekî teknîkî hat ragihandin.

Parve bike: