Cîhan
Helîkoptera sererkanê artêsê ket: 4 kes mirin, 3 jî birîndar bûn
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku helîkoptereke leşkerî ya Hindistanê ku sererkanê artêşa Hindistanê General Bipin Rawat jî tê de bû li wîlayeta Tamil Nadu kete xwarê û agir pê ket.
Li gorî ragihandina India Tuday a Hindistanê, 4 kesên di helîkopterê de bûn mirine û 3 kes jî bi giranî birîndar bûne, lê behsa rewşa sererkanê artêşê Rawat di nûçeyê de nehatiye kirin ku nediyar e miriye yan na.
Hat diyarkirin ku di helîkoptera leşkerî ya cûreya IAF Mi-17V5 a Hêzên Asmanî yên Hindistanê de ku li bajarê Coonoor ê wîlayeta Tamil Nadu ketiye de, sererkan Bipin Rawat û malbata xwe jî tê de bûn.