Cîhan
Hemas: Hevdîtinên Qahîreyê bi dawî bûn
PeyamaKurd - Hemasê ragihand ku gotûbêjên agirbesta Xezzeyê û pevguhertina dîl û girtiyan a ku ev 2 roj in li paytexta Misrê Qahîreyê didomin, bi dawî bûne û şande wê ji Qahîreyê vegerin.
Di daxuyaniyê tê de hatiye gotin ku şandeya Hemasê bersiva xwe ya ji bo pêşnûmayê arasteyî navbeynkarên wek Misir û Qeterê kirî ye de naveroka bersivê nehatiye aşkerekirin.
Agirbesta nû û peymana pevguhertina dîl û girtiyan a bi hev re ku bi navbeynkariya Misir û Qeterê hatiye amadekirin, duh li Qahîreyê dest pê kiribû.
Îsraîlê ragihandibû ku bêyî bersivdayîna pêşniyara agirbestê ya Hamasê heyetekê naşîne Qahîreyê û ew qebûl nakin ku şer bi dawî bibe.