TR KU SO
FB X
Cîhan

Hengaw: Li Îranê pêla darvekirin, girtin û windakirina welatiyan berdewam e

Admin H
Nivîskar
📅 19 cotmeh 2026 13:16

PeyamaKurd - Li gorî rapor û zanyariyên Saziya Mafên Mirovan a Hengawê, zext û tundûtêjiya saziyên ewlehî û darazê yên Îranê li ser welatiyên Kurd û kêmneteweyan berdewam e.

Di vê çarçoveyê de, li girtîgehên navendî yên Zahîdan û Erakê herî kêm du girtî hatin darvekirin, di heman demê de sê welatî û çalakvanên Kurd jî di bûyerên cuda de hatin girtin û bo cihên nediyar hatin veguhastin.

Rêxistina Hengawê eşkere kir ku girtiyê Belûç ê 40 salî Emîr Derzadepûr (Amir Darzadehpour) ku bavê 3 zarokan e û di sala 2017an de hatibû girtin, roja şemiyê 17ê Cotmeha 2026an li Girtîgeha Navendî ya Zahîdanê hat darvekirin.

Di bûyereke din de, girtiyê 31 salî Mîlad Dervîşî (Milad Darvishi) ku bavê zarokekî ye, berbanga roja çarşemê 14ê Cotmeha 2026an li Girtîgeha Navendî ya Erakê hat darvekirin.

Darvekirina van her du girtiyan di medyaya fermî ya Îranê de nehatiye belavkirin.

Ji aliyekî din ve, hêzên îstîxbaratê yên Îranê roja şemiyê 17ê Cotmeha 2026an lîstikvan û rahênerê akademîya futbolê yê Kurd Muhsîn Melûdpûr (Mohsen Moloudpour) ê xelkê Şniyoyê girt û bo cihê nediyar veguhast.

Her wiha di du bûyerên cuda yên li parêzgeha Îlamê de, du ciwanên Kurd ên 19 salî bi navên Erfan Keremweysî (Erfan Karamveysi) û Şerîf Eşnab (Sharif Ashnab) ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin girtin.

Hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê di dema girtina Şerîf Eşnab de lêdaneke dijwar li wî dane. Hemû girtî ji mafê dîtina malbatê û hebûna parêzer hatine bêparhiştin.

Parve bike: