TR KU SO
FB X
Cîhan

Herzog bangî Lavrov kir: Lêborîna xwe bixwaze

Admin M
Nivîskar
📅 05 gulan 2022 01:47

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov gotibû ku Adolf Hitler bi kokak xwe Yahûdiye û ‘dijminê herî mezin yê Yahûdiyan car din Yahûdîne.’ Li ser vê gotina Lavrov serokkomarê Îsraîlê Herzog weka gelek siyasetmedaran li dijî vê gotina Lavrov derket û xwest ku Lavrov lêborînê bixwaze.

Serokkomarê Îsraîlê Herzog di axaftina xwe ya ji bo rojnama Îsraîlê Haaretzê kir û bertekê nîşanî Lavrov da. Herzog weha got:

“Min çend caran axaftinên Lavrov xwend lê di serî de min gotinên Lavrov fêm nekir. Gotinên Lavrov min aciz kirin. Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Lavrov ji bo derewên ku dijminahiya Yahûdiyan dikin, belav bike, di nav temamê hefteyan de hefta Holokostê bijart. Ez bende me ku paşde gav bavêje û lêborînê bixwaze. Bi gotinên wî têkiliyên me xerab nabin lê îhtîmala xistina siyê bixe ser têkiliyan heye.”

Lavrov di 1 ê gulanê de ji bo televizyona Îtalyayê ragihandibû ku kes nikare hebûna Naziyan ya di nav artêşa Ûkrayna de înkar bike û li ser bedena hinek leşkerên Ûkraynî sembola Naziyan hene û dibêjin ku serokkomarê Ûkraynayê bi xwe Yahûdiye. Li gor Lavrov koka Hitler jî Yahûdiye û dijminê Yahûdiyan yê herî mezin car din Yahûdîne.

Li ser van gotinên Lavrov wezareta karên derve ya Îsraîlê bangî sefîrê (konsolos) Rûsya yê li Tel Avîvê kiribû û jê agahiyan xwestibû.

Parve bike: