Hesda Seibî rêgirî li leskerên Amerîkî kir
PeyamaKurd - Fermandeyekî bilind yê Heşda Şeibî ragihand ku hêzên wan rê nedane hêzeke Amerîkî ku li navçeyeke bajarê Mûsilê li nav kolanên wê dewriyeyê bikin.
Fermandarê Operasyonên Heşda Şeibî Hacî Rezwan El-Inizî da xuyakirin ku dema li leşkerên Amerîkî li nav kolaneke navçeyeke Mûsilê digeriyan, hêzên Heşda Şeibî rêgirî li wan kirine û hişyarî dane wan.
Hat zanîn ku piştî vê hewla Heşda Şeibî, metirsî li ser leşkerên Amerîkî çêbûye û parastina hewayî bo wan hatiye kirin.
Di van demên dawî de, milîşeyên Heşda Şeibî ku girêdayî Îranê ne bi awayekî eşkere gefan li leşkerên Amerîkî dixwin ku terka Iraqê bidin.
Herwiha partiyên şîe yên Iraqê jî ev demeke di hewldanê de ku bi rêya derxistina yaseyekê ji parlamentoyê hêzên Amerîkayê ji Iraqê derxin.
Li gor fermandarê Heşda Şeibî Amerîka piştî biryara vekişîna ji Sûriyê, dixwaze li Iraqê aloziyê li navçeyên ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin derxin.