TR KU SO
FB X
Cîhan

"Heta em uranyumê dewlemend nekin em paş ve gav navêjin"

Admin L
Nivîskar
📅 21 hezîran 2026 19:54

PeyamaKurd - Serokê Îranê Mesûd Pizişkiyan diyar kir ku welatê wî wê li ser mijara dewlemendkirina uranyumê paşve gav navêje û wê wekî mafekî rewa dibîne.

Di daxuyaniyekê de ku roja Yekşemê, 21ê Hezîrana 2026an de hat dayîn, Pizişkiyan got, "Em ê bi tu awayî li ser dewlemendkirina uranyumê paş ve gav navêjin, em wê wekî mafê xwe dibînin."

Pizişkiyan, bi destnîşankirina ku dewlemendkirina uranyumê mafekî rewa û bêqusûr ê welatê xwe ye, zêde kir, "Aliyê din wê neçar be ku vê rastiyê di danûstandin û hevkêşeyan de qebûl bike."

Ev daxuyaniyên Pizişkiyan di demekê de tên ku dewlemendkirina uranyumê û çalakiyên nukleerî yên Îranê di nav xalên herî bingehîn ên nakokiyê yên di navbera Tehran û Washingtonê de ne.

Ji aliyê din ve, Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump, di hevpeyvînekê de bi Fox News re, diyar kir ku heke lihevkirinek bi Tehranê re neyê kirin, ew ê xercên transîtê bi rêya Tengava Hurmuzê ferz bikin û heke pêwîst be, tevahiya tengavê bigirin bin kontrola xwe.

Trump hişyariyên tund da Îraniyan û got, "Eger ew Tengava Hurmuzè bigirin, êdî ew ê welatekî we tune be û danûstandkarên we jî nikarin vegerin welatê xwe."

Parve bike: