‘Heta sîstema îro ya seroktiyê neguhere aramî nayê Tirkiyê’
PeyamaKurd – Serokê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu, li Stenbolê têkçûna AKPê di hilbijartinên 23yê Hezîranê de, ji DWyê re nirxand û got, "Piştî 23yê Hezîranê êdî di nav AKPê de cudabûnan destpê kiriye û alîgirên AKPê di nav lêgerînekê de ne.”
Karamollaoglu bal kişand ser kesayetên damezrînerên AKPê yên wekî Serokomarê berê Abdullah Gul, Cîgirê Serokwezîrê berê Alî Babacan û Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu ku behsa cudabûna wan a ji AKPê û avakirina partiyên nû tê kirin.
Serokê Saadetê got, me berê jî pêşniyar ji Abdullah Gul re bo namzediya serokomariyê kiriye û got, deriya mne ji her kesî re vekiriye.
Karamollaoglu destnîşan kir û got, “ Ez pir zelal dibêjim, heta ev sîstema îro ya seroktiyê tevî hemû rêbaz û rêvebiriya xwe neyê guhertin aramî nayê Tirkiyê.”