TR KU SO
FB X
Cîhan

Hevpeymana Erebî 2 mosekên Husiyan li asmanê Riyad û Cazan teqandin

Admin H
Nivîskar
📅 29 adar 2020 23:54

PeyamaKurd – Berdevkê Hevpeymana Erebî ya Erebistana Siûdî seroktiya wê dike Eqîd Tirkî El-Malikî ragihand ku doh bi şev Hêzên Parastina Asmanî yên Erebistana Siûdiyê 2 moşekên bilastîkî ku milîsên Husiyan ji Sena û Seda ber bi sivîl û saziyên sivîl yên li Siûdiyê ve avêtin, hatin teqandin.

Berdevkê Hêzên Koalîsyona Piştgiriya Yesayî yê li Yemenê Eqîd Tirkî EL-Malkî got, 2 moşekên bilastîkî ku ber bi bajarê Riyadê û bajarê Cazan ve hatibûn avêtin, hatin teqandin.

El-Malîkî destnîşan kir ku dema her 2 moşek teqandin hin parçe li avahiyên bajarê Riyadê û bajarê Cazan ku sivîl lê bûn  ketin.

Parve bike: