TR KU SO
FB X
Cîhan

Hevpeymana Navnetewî: Tirkiyê serê li dijî ISÎDê ze’îf kir.

Admin V
Nivîskar
📅 25 adar 2018 17:20

Berdevkê Hevpeymana Navnetewî Ryan Dillon daxuyaniyek da û got ku Tirkiyê ji ber operasyona li ser Efrînê, şerê li dijî IŞÎDê gelekî ze’îf kir.

Dillon wiha berdewam kir: Piştî ku Tirkiyê li ser Efrînê operasyon da destpêkirin, gelek şervanên HSDê derbasî Efrînê bûn û ji qadên derdora Dêra Zorê vekişiyan. Ji ber vê yekê jî koalîsyonê, nikarîbû li dijî IŞÎDê bi hêsanî şer bike.

Wekî ku tê zanîn, Artêşa Tirkiyê û hevalbendên wê, berî  niha bi nêzîkî du mehan li dijî Efrînê operasyoneke berfireh dabû destpêkirin û di 18ê Adarê de ketine bajarê Efrînê de.

Parve bike: