TR KU SO
FB X
Cîhan

Hevserokên HDPê destê Devlet Bahçelî girtin û jê re selametî xwestin

Admin H
Nivîskar
📅 09 berfanbar 2019 20:11

PeyamaKurd – Hevserokê HDPê Sezaî Temellî û Pervîn Buldan li parlamentoya Tirkiyê ji Serokê Partiya Netewperest a Tirkiyê (MHP) Devlet Bahçelî re ji ber nexweşîna wî selametî jê re xwestin û destê wî girtin.

Bahçeliyê ku bi nijadperestî û dijatiya mafên Kurdan tê naskirin, piştî demeke dirêj bi ser nexweşîna wî de cara yekem beşdarî civîneke parlamenê bû.

Bahçelî dema derbasî parlamenê bû, tevî gelek parlamentarên din, Hevserokên HDPê Temellî û Buldan jî destê wî girtin û jê re tenduristî û selametî xwestin.

Parlamena Tirkiyê niha budçeya sala 2020an gotûbêj dike ku parlamentarên HDPê jî tê de beşdar in.

Parve bike: