Cîhan
Heyeta Îsraîlê çû payîtext Doha ya Qatarê
PeyamaKurd – Heyeta Îsraîlê ji bo agirbesa li Xezzayê û guherîna dîlan çû payîtexta Qatarê Dohayê. Hat gotin ku dê heyet li ser Şerîda Xezzayê û deriyê li ser sînorê Misrê yê Refahê û Korîdora Philadelphiyayê biaxifin.
Serokê heyeta Îsraîlê serokê MOSSADê David Barnea, serokê heyeta Amerîkayê serokê CIAyê Bill Burns e.
Nayê zanîn bê Hamas dê tevlî hevdîtinan bibe an nebe.